English | عربی | کوردی  
 
 
2016-03-07 [10:48 AM]

Hewlêr (ZNA) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ligel fraksyonên Kurdî yên Parlamentoya Iraqê mijara reformên siyasî, rewşa niha ya Iraqê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kir.


Duh şev fraksyonên Kurdî yên nav Parlamentoya Iraqê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiyan.

Piştî civînê ofîsa Serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, şeva borî civînek li bajarê Bexayê di navbera Heyder Ebadî û Serokên Fraksyonên Kurdistanî hatiye encamdan.

Herwiha li gor vê daxuyaniyê, di civînê de, her du aliyan li ser rewşa siyasî, aborî û ewlehî ya li Iraqê û Herêma Kurdistanê, çawaniya cîbicîkirina proseya reformê, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û guhertinên di navHikûmeta Iraqê de bi hev re gotûbêj kirin.





3676 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad