English | عربی | کوردی  
 
 
2016-03-01 [12:55 PM]

Hewlêr (ZNA) - Çekdarên DAIŞê bi 6 kesên xwekuj êrişî hêzêz ewlehiyê yên Iraqê kirin, lê belê êrişa wan hat têkbirin.


Desteya Agahdarkirina Şer a girêdayî Encumena Wezîran a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, duh duşemî çekdarên DAIŞê êrişeke berfireh birine ser hêzên Iraqî yên li rojavayê parêzgeha Enbarê, ku li wir hêj şer û pevçûn berdewam e.
 
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku çekdarên DAIŞê bi rêya 6 kesên xwekuj êrişî baregeheke hêzên ewlehiyê yên Iraqê li rojavayê parêzgeha Enbarê kirin.
 
Xwekujekî DAIŞê dema ku xwastiye derbasî avahiya Hêza Hawarçûnê ya bajarokê Heqaniye ya girêdyaî navçeya Hedîse bibe, ji aliyê polîsekî Iraqî ve hatiye kuştin.
 
Herwiha hêzên polîsê hawarçûnê li heman bajarokî 5 çekdarên xwekuj ên DAIŞê kuştin, ku hewl didan xwe bigihînin baregeha hêzên Iraqê.
 
Navçeya Hedîse 170 km ji rojavayê bajarê Rumadî, navenda parêzgeha Enbarê dûr e.
 
Ew êrişa çekdarên DAIŞê piştî wê yekê tê, ku duh yekşemî 28ê Sibatê jî çekdarên rê rêxistinê êrişeke berfireh birine ser navçeya Ebû Xurêb li rojavayê bajarê Bexdayê û karîn bajarokê Kazim Ezab kontrol bikin.
 





3505 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad