English | عربی | کوردی  
 
 
2016-03-01 [09:42 AM]

Hewlêr (ZNA) - Encumena Parêzgeha Mûsilê bi pirraniya dengan beşdarîkirina Heşda Şeibî di operasyona kontrolkirina Mûsilê de red kir. Di dengdanê de Fraksyona YNKê li dijî beşdariya Heşda Şeibî deng neda.


Encumena Parêzgeha Mûsilê duh duşemî 29ê Sibatê di civîna xwe de mijara beşdariya milîsên Şîe yên Heşda Şeibî di operasyona girtina Mûsilê de xiste nav bernameya xwe û li ser wê yekê gotûbêj hat kirin.

Encumenê herwiha ew mijar xiste dengdanê. Di dengdanê de, pirraniya endamên encumenê tevlîbûna milîsên Şîe yên Heşda Şeibî di şerê rizgarkirina Mûsilê de red kirin.
 
Endamê Encumena Parêzgeha Mûsilê Xezwan Dawûdî ku nûnerê Kurdên Şebek e, ragihand, li bajarokê Elqoş a parêzgeha Dihokê civîna Encumena Parêzgeha Mûsilê pêk hat.
 
Xezwan Dawûdî got, ji 39 endaman 31 endamên encumenê beşdarî civîna îro bûn û dengdan li ser beşdarî yan jî nebeşdariya Heşda Şeibî di şerê Mûsilê de hat kirin û bi pirraniya denga new yek hat redkirin, ku milîsên Heşda Şeibî di şer de beşdar bin.
 
Dawûdî herwiha got, 22 endamên encumenê li dijî tevlîbûna Heşda Şeibî di şer de dengê xwe bi kar anîn.
 
Wî endamê Encumena Parêzgeha Mûsilê da xuyakirin, di civîna îro de Fraksyona Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), endamekî Encumena Bilind a Îslamiya Iraqê, Tirkmaneke Şîe û endamekî Kurd ê Êzidî yê ser bi Tevgera Reform a Êzidî, û herwiha 2 endamên Erebên Sunne yên ser bi Fraksyona Nehre, li dijî milîsên Heşda Şeibî deng nedan.
 
Xezwan Dawûdî tekez kir, armanc ji derxistina wê biryarê ew e ku pêkhateyên Mûsilê, çi Ereb, Kurd, Mesîhî, Êzidî û çi jî pêkhateyên din hez nakin arîşeyên tayifî çêbibin, ji ber wê jî beşdariya wê hêzê di şer de red kirin.
 
Encumena Parêzgeha Mûsilê herwiha daxwaz ji Hikûemta Iraqê û hevpeymanan kir, ku bilez xortên wê parêzgehê çekdar bikin daku di proseya kontolkirina Mûsilê de bikarin beşdar bibin.
 
Ew yek di demek de ye, ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja 20ê meha borî di civîna parlamentoya wî welatî de ragihandibû, Hêzên Pêşmerge , Heşda Şeibî û çekdarên hozan dê beşdarî di şerê Mûsilê de bikin û red kir, ku Amerîka ti guvaşek li ser nebeşdarbûna Heşda Şeibî li wan nekiriye.

Roja 21ê meha borî jî Fermandeyiya Heşda Şeibî ragihand, hêzên wan di amadebaşiyek temam de ne daku beşdarî şerê Mûsilê bibin.
 
Bajarê Mûsilê ji 10ê Tebax a sala 2014ê ve di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye.
 





3397 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad