English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-28 [01:50 AM]

Hewlêr (ZNA) - Çekdarên DAIŞê derengiya şeva borî ketin nav bajarokê Ebû Xurêb ê nêzîkî paytextê Iraqê bajarê Bexdayê. Li gorî agahiyan, çekdarên DAIŞê baregeha tabûra 22 a artêşa Iraqê dan ber topan û xelkê wir jî ji tirsa direvin.


Hat ragihandin ku artêşa Iraqê derketina derve li nav bajêr qedexe kiriye û dest bi komkirina hêzê kiriye li dijî êrişa DAIŞê.

Serokê Lijneya Asayiş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê, Hakim Zamilî derheqê rewşa dawî ya Ebû Xurêb de daxuyaniyek da û ragihand ku hêzên iraqî dikarîn êrişa DAIŞê li hember bajarokê Ebû Xurêb bişkênin.


Hakim Zamilî da zanîn, çekdarên DAIŞê derbasî nav bajêr bibûn û dixwestin depoyên genim bigirin lê rastî bersiva tûj a hêzên ewlehiyê hatin û derbên giran xwarin.

Li gorî agahiyên wî rayedarê iraqî, Ebû Xurêb bi temamî ji aliyê hêzên iraqî ve hatiye kontrolkirin.

 

Bajarokê Ebû Xurêb tenê 20 kîlometrî dûrî bajarê Bexdayê ye. Girtîgeha Ebû Xurêb li wî bajarokî ye û navdartirîn girtîgeha Iraqê piştî sala 2003ê ye.





3388 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad