English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-27 [08:39 AM]

Hewlêr (ZNA) - Di şer û pevçûnên îro yên li parêzgeha Enbarê û li nêzîkî bajarê Rumadiyê 160 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.


Hêzên Iraqê li navçeya Xalidiye ya girêdayî parêzgeha Enbarê ber bi pêş ve diçin. Hêzên Iraqî ragihandin, di şer û pevçûnên îro de, 160 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Serokê Encumena Xalidiyê Elî Dawud di daxuyaniyekê de ragihand, di operasyona rizgarkirina navçeya Xalidiyê de 160 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

 

Elî Dawud diyar kir, li herêmê hêzên ewlekariya Iraqê dest bi pûçkirina mîn û teqemeniyan kirine û piştî ku navçe ji mîn û teqemeniyan hat paqijkirin, xelkê navçeyê dê vegerin ser malên xwe.

 

Pêştir navenda parêzgeha Enbarê, bajarê Rumadî ji aliyê hêzên Iraqê ve hatibû kontrolkirin. Navenda Agahdarkirina Şer a Iraqê di 9ê Sibatê de ragihandibû tevahiya Rumadiyê hatiye kontrolkirin.





3256 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad