English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-27 [04:30 AM]

Hewlêr (ZNA) - Rojnameya The Independent a Birîtanîragihnad, Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malikî bi qestî û zanebûn bajarê Mûsilê xistiye bin kontrola rêxistina DAIŞê.


Rojnameya The Independent a Brîtanî di raportekê de sedemên ketina Mûsilê di Hezîrana 2014an de û herwiha berpirsyarê ketina wî bajarê giringê Iraqê eşkere kir.
 
Di raportê de tê gotin ku, Serokwezîrê wê demê yê Iraqê, Nûrî Malikî ku di heman demê de wezîrê navxwe û bergirî jî bû, 12 bruskên agahdarî û hişyariyê ji Serokê Îstixbarata Mûsilê, Ehmed Zirkanî, derbarê êrîşa DAIŞê de, piştguh xistine.
 
Di wan nameyan de hatibû ku, DAIŞê kelûpelên leşkerî û çekên pêwîst bidest xistine ji bo ku êrîşî Mûsilê bike.
 
Herwiha Malikî nehiştibû ku firokeyên şer 6 pêgehên ku çekdarên DAIŞê li derûdora Mûsilê lê dihatin perwerdekirin, bombebaran bikin.
 
Di wan nameyên îstixbaratî de hatibû jî ku, DAIŞê hezar çekdar li gundê Şêx Yûnis ê nêzîk Mûsilê amade kirine ji bo ku êrîş bikin, lê Malikî daxwaza Pêşmergeyan bo bergirîkirin li Mûsilê red kiribû.
 
Herwiha beriya niha rayedarên Herêma Kurdistanê yên leşkerî û siyasî tekez kiribûn ku, wan çendîn car Malikî ji êrîşa DAIŞê bo ser Mûsilê agehdar kirine, lê navborî ew hewldan piştguh dixistin.
 
Li gor rojnameya Independentê, Malikî ji rayedarên Kurdistanê re gotibû ku, xwe biparêzin û ew dizane çawa axa Iraqê biparêze.
 
Herwiha Malikî hizir dikir ku, eger Mûsil bikeve destê DAIŞê de baştir e ku bikeve destê grûpên çekdar ên ser bi partiya Beis ve. Ji ber ku wê demê dê civaka navdewletî tevbigere.
 
Peyama hişyariyê ya dawî jî beriya çend rojan ji ketina Mûsilê gehiştibû Bexdayê, ku têde hemû hûrgiliyên êrîşê hatibûn eşkerekirin, ligel dema destpêkirina êrîşê. Lê her Malikî piştguh dixist û ti biryar nedida.
 
Roja 10ê Hezîranê çekdarên DAIŞê êrîşî Mûsilê kirin, piştî ku hêzên artêşa Iraqê ji pêgehên xwe reviyan û çekên xwe li pey xwe hiştin, Mûsil ket destê çekdarên radîkal.





3535 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad