English | عربی | کوردی  
 
 
2020-02-29 [02:50 AM]


Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê aşkere kir, di 24 demjimêrên bûrî de pişknîn ji 12 gûmanlêkiriyan re hate kirin, xweşbextane ti kesekî ji wan vayrosa Korona hilnegirtibû. Ragihand jî, karên xweparastinê li firoke û deriyên sînorî baş birêve diçin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî li bajarê Silêmaniyê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, li ser astê xweparastina li dijî vayrosa Korona, li firokxane û deriyên sînorî karên baş tên kirin.

Diyar kir jî, li xalên pişknînê yên di navbera bajaran de bi taybet bi bajarên naverast û başûrê Iraqê de, li 16 xalên pişknînê karên baş hatine kirin, ji bilî pişknînê jî, formên zanyariyan ji wan kesên ku têne Herêma Kurdistanê yan ji Herêma Kurdistanê derdikevin tên çêkirin.  Kesên gûman li ser wan hene, bilez karên pêwîst ji wan re tên kirin.

Dr. Saman Berzincî tekez kir, li bajarê Silêmaniyê karên cidî û baş ji bo xweparastinê hatine kirin, bi riya tîmên bersivdana bilez jî, ewê jib o xweparastinê pêwîst be, tê kirin.

Aşkere kir jî, di heyama 24 demjimêran bûrî de, pişknîn ji 12 kesên gûman li ser wan hene re hatin kirin, xweşbextane hemû ew halite nerênî bûn û ti gûmanlêkiriyekî jî vayrosa Korona hilnegirtibû. Çend gûmanlêkiriyên din jî hene, îro pişknîn ji wan re tê kirin.





4021 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad