English | عربی | کوردی  
 
 
2020-02-10 [12:52 PM]


Grûpên çekdar ên ser  bi Tirkiyê ve li Idlibê êrişeke li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê dan destpêkirin. Artêşa Tirkiyê jî pêgehên hêzên hikûmeta Sûriyê topbaran dike.

Li gor zanyariyan grûpên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve li parêzgeha Idlibê êrîşeke berovaj dijî hêzên hikûmetê destpê kirin.

Li gor zanyariyan grûpên çekdar ên alîgirên Tirkiyê li deverên Neyreb û Seraqib êrişa li dijî hêzên hikûmetê dane destpêkirin.

Her li gor zanyariyên berdest, artêşa Tirkiyê, bi armanca rêlibergirtina pêşveçûna wan, çeperên hêzên hikûmeta Sûriyê yên li bajarokê Seraqibê topbaran dike.

Herwiha çavkaniyên xwecihî radigihînin ku grûpên çekdar hewl didin pêşveçûna hêzên Sûrî rawestînin û rêya Şam-Helebê qut bikin, ew deverên ku ji dest dabûn paş de vegerînin û rêya M5 ku Heleb û Şamê bi hev girêdide, kontrol bikin.

Ev êrişa grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li Idlibê di demekê de ye ku artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê li parêzgeha Idlibê pêş de diçe û li gor dawîn zanyariyan herêmeke bi berfirehiya 600 kîlometre çargoşe ketiye bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê li wê parêzgehê.

Herwiha li gor zanyariyan hêzên hikûmeta Sûriyê tenê 16 kîlometran dûr in ji navenda Idlibê û gelek ji wê nêzîk bûne ku rêya M5 bi temamî kontrol bikin.

Di encama pêşveçûna artêşa Sûriyê de, 8 xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Sarman, Til Tukan, Maar Hetat, Eyn Eys, Seraqib û Morikê, ketine jêr dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyê.

Piştî vê pêşveçûna hêzên Sûriyê, Tirkiyê jî ji bo piştevaniya grûpên çekdar ên li Idlibê, dest bi şandina hejmareke zêde ya hêz û alavên serbazî kiriye.

Li gor Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di heyama di navbera 2-8ê Sibatê de, 1240 wesayîtên serbazî yên Tirkiyê derbasî parêzgeha Idlibê bûne û herwiha wê rewangehê hejmara serbazên Tirkiyê yên li wê parêzgeha Sûriyê bicih bûne jîweke 6 hezar ragihandiye.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, artêşa Tirkiyê taybetî jî hêzên taybetî li derdora rêya M4 ku Laziqiyê bi Helebê ve girêdide û li derdora rêya M5 zêde kirine û herwiha li bejahiya gundê Kamînasê jî ku dikeve başurê Idlibê, xaleke serbazî ya nû ava kiriye.

Berpirsekî hikûmeta Tirkiyê jî ku nexwestibû navê wî bê aşkerekirin, roja Yekşemê ji ajansa Reutersê re axivî bû û amaje bi “metirsiya rûbirûbûna artêşên Tirkiye û Sûriyê” kiribû û gotibû, “Hemû bijarde li ber dest in.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî berî niha gef xwaribû û gotibû ku eger hêzên hikûmeta Sûriyê paş de venegerin, ew dê dest bi êrişê bikin.

  • PARVE BIKE LI SER




2374 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad