Artêşa Sûriyê îro li sînorê parêzgeha Idlibê pêşgeheke artêşa Tirkiyê topbaran kir. Di encama topbaranê de 5 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.
Li gor agahiyan, di berdewamiya aloziyên li Idliba Sûriyê de, îro artêşa Sûriyê binkeya leşkerî ya Tirkiyê li Teftenazê topbaran kir.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku di encama êrîşa topxaneyên artêşa Sûriyê de li idlibê, 5 serbazên wan hatine kuştin û 5 serbaz jî birîndar bûne.
Teftenaz balafirxaneyeke serbazî ye ku dikeve sînorê Idlibê û artêşa Tirkiyê li wê derê binkeya serbazî û xaleke çavdêriyê heye.
4174 car hatiye dîtin |