English | عربی | کوردی  
 
 
2020-02-09 [02:12 AM]


HDP bi daxûyaniyekê radigihîne, hikûmetên Tirkiyê û Îranê di ber mirina 13 penaberan li navçeya Ebexa Wanê de berpirsyar in.

Dema hejmarek ji penaberan dixwastin bi qaçaxî ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin 13 penaber li navçeya Ebexa Wanê di bin berfê de canê xwe jidest dan, ku ji 3 penaber ji nava wan ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ne.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek di wê derbarê de belav kir û da zanîn, bazirganên mirovan di nava rojê de û li ber çavên leşkerên Îran û Tirkiyê vî karî dikin û bi şêwazeke rehet û bêdestûr di xalên sinoran re derbaz dibin û bi otobusan dixwezin biçin Ewropa.

HDP dibêje, dema Kurdek ji bo xwe bazirganiya ser li sînor dike, bi firokeyan tê bomebarankirin, lê bi hezaran penaber rojane di sînorên Tirkiyê re derbaz dibin, hikûmet çavê xwe li wan digire. Ji ber ku bazirgan di destên hikûmetên Tirkiyê û Îranê de ne.

HDP bang li Konseya Bilind a Penaberan a Netewên Yekgirtî dike, ku kontrola xwe li ser deverên sînorî zêde bikin, ta ku ev mirinên diltezîn rû nedin.





2242 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad