Li gor amarên herî dawî yên ku Rêveberiya Giştî ya Polîsê Herêma Kurdistanê belav kirine, hevkarê me Mihemed Ebdulezîz bi grafîkekê behsa rewşa karkeran li Başûrê Kurdistanê dike.
Li gor amarên fermî ku hatine belavkirin, derdora 30 hezar karkerên biyanî li Herêma Kurdistanê hene, ku ji 13 welatên biyanî hatine Kurdistanê, ku welatên giring jî di nava wan de hene, ji wan jî: Hindistan, Tirkiye, Malîziya, Îran û Fîlîpîn.
Di navbera salên 2018 û 2019 de, 171 kes ji karkerên biyanî li Herêma Krudistanê jiyana xwe ji dest dane.
Ji aliyê 163 kompaniyan ve karûbarên anîn û veguhastin û girêbestên wan karkerên biyanî hatine encamdan.
4447 car hatiye dîtin |