English | عربی | کوردی  
 
 
2020-02-08 [03:04 AM]


Hêzên Amerîkayê binkeyeke nû ya serbazî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ava kirin.

Duh, roja înê, hêzên Amerîkayê binkeyeke serbazî li taxa Xiwêran li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ava kirin.

Binkeya nû ya hêzên Amerîkî li bajarê Hesekê di nava baregeheke berê ya hêzên berevaniya xweser û nêzîkî zindaneke girtiyên DAIŞê hatiye avakirin.

Hejmarek wesayîtên sebazî ligel hejmarek serbaz li bingehê cih girtine û ala Amerîkayê li ser hatiye bilindkirin.

Li bajarê Hesekê jibilî şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hêzên ser bi rejîma Sûriyê jî hene û bajar di navbera herdu aliyan de dabeş kiriye.





2140 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad