English | عربی | کوردی  
 
 
2020-02-08 [03:00 AM]


 Navên 41 qurbaniyên aşûta li navçeya Miks a Wanê diyar bûn. Herwiha heta niha  zelal nebûye bê ka çend kes di bin aşûtê de mane.

Roja 4ê Sibatê, derdora demjimêr 17.00, li ser rêya di navbera qezaya Miksê û Wanê de, aşût bi ser wesatîyeke bo vekirina rê û mînîbûsekê de hat û di encamê de jî 5 kesan canê xwe ji dest dan û 6 kes birîndar bûn û herwiha 2 kes jî di bin aşûtê de man.

Roja 5ê Sibatê jî tîmên hawarçûnê bi beşdariya hejmareke serbaz, cerdevan û xelkê navçeyê, li cihê aşûtê xebatên ji bo dîtina wan herdu kesan birêve dibirin, lêbelê vê carê aşûteke mezintir bi ser wan de hat.

Di encama aşûta duyem de ku hejmareke zêde ya tîmên hawarçûnê û xelkê li wê deverê bûn, termên 36 kesan ji bin aşûtê hatin derxistin û 84 kes jî hatin rizgarkirin.

Di encama herdu aşûtan de bi giştî 41 kesan canê xwe ji dest dan û 84 kes jî birîndar bûn ku di nav birîndaran de Şêwirmenda Serokomarê Tirkiyê Gulşen Orhan û Berpirsê Rêveberiya Rewşên Awarte (AFAD) ya Wanê jî hebûn.

Herwiha li gor daxuyaniya ku ji aliyê AFADê ve hatiye belavkirin, endamekî tîmên hawarçûnê di bin aşûtê maye.

Lêbelê derbarê hejmara kesên di bin aşûtê de zanyariyên nakok hene û heta niha jî zelal nebûye bê ka çend kes di bin aşûtê de mane.

Ji ber ku Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê  Fahrettîn Koca jî berî daxuyaniya AFADê ragihandibû ku 4 kes di bin aşûtê de mane û gotibû xebatên ji bo derxistina wan berdewam dikin.

Ji ber şert û mercên dijwar ên keşûhewayê jî li wê devera aşûtê, xebatên lêgerînê hatibûn rawestandin lêbelê xebatên lêgerînê careke din hatine destpêkirin bi beşdariya hejmareke zêde ya tîmên hawarçûnê ku ji navçeyê derdorê jî hatine veguhastin bo wê deverê.

Li gor zanyariyan niha li devera aşûtê, 180 endamên tîmên hawarçûnê, 23 wesayît û navendeke koordînasyona mobîl xebatên lêgerînê birêve dibin.

Li aliyê din Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî 3 mufetîş erkdar kirine bo ku lêkolînên derbarê vê bûyerê de birêve bibin. Serdozgeriya Komarî ya Wanê jî berî niha 5 dozger derbarê wê bûyerê de erkdar kiribûn.

Di nav kesên ku di encama herdu aşûtan de canê xwe ji dest dane, leşker, cerdevan, tîmên hawarçûnê û xelkê sivîl hene.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, 19 ji kesên ku di wê aşûtê de canê xwe ji dest dan sivîl bûn û navên wan ev in, “Saadet Tosun, Mehteber Alav, Veysel Atlan, Emin Takmaz, Emirhan Kaymaz, Siyabend Dayan, Hayrettin Durak, Muzaffer Kaya, Emrullah Ersari, Sadik Kapagan, Ubeyt Kapagan, Hayrettin Kapagan, Murat Kapagan, Ozcan Akça, Mehmet Emin Kurt, Fatih Eregli, Veli Eregli, Fevzi Sevinç û Hayrettin Goren.”

Hejmareke leşkeran jî ji bo cihê bûyerê hatibûn veguhastin ku bibin hevkar di xebatên lêgerînê de, lêbelê 11 ji wan leşkeran jî di bin aşûtê man û canê xwe ji dest dan. Navên wan leşkeran jî ev in, “Ozgur Işik, Ozen Akçam, Ramazan Suslu, Ufuk Deniz, Fatih Karagoz, Osman Karaca, Cihat Erat, Muammer Keskin, Oguzhan Ulaş Avci, Mesut Deniz û Tarkan Karaca.”

9 ji wan kesên termên wan ji bin aşûtê hatin derxistin cerdevan bûn ku navên wan jî ev in, “Hekim Kazgan,  Nimet İnçamur, Abdulselam Mantaş,  Tahsin Karan, Bayram Bulcar, Metin Mantaş, Mehmet Esen, Nesim Yavuz û Nimetullah Mantaş.”

Herwiha bi navên Emrullah Ersan û Fevzi Sevinç, 2 endamên tîmên hawarçûnê jî di wê aşûtê de canê xwe ji dest dan.





2170 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad