English | عربی | کوردی  
 
 
2020-02-08 [02:59 AM]


Platforma Zimanê Kurdî bo xwedîstûbûna zimanê Kurdî serdana Enqereyê kiribû û bi partiyên siyasî yên parlementoyê re hevdîtin pêk anîbû. Rêveberên platformê encamnameya serdana Enqereyê aşkere kir û hat amajekirin ku partiya opozîsyonê ya sereke CHPê bi erênî pêşwazî li daxwazên platformê kiriye.

Platforma Zimanê Kurdî ku bo xwedîstatûbûna zimanê Kurdî xebatan dike, di vê çarçoveyê de serdana Enqereyê kir û bi partiyên parlementoyê de cih digirin re hevdîtinan pêk anî. Platforma Zimanê Kurdî serdana partiyên wek CHP, HDP û Saadetê kir û her wiha bi nûnerên Yekîtiya Ewropa re hevdîtin kir, lê endamên Platformê aşkere kirin ku  wan xwestiye bi Ak Partiyê re jî hevdîtinê bikin, lê Ak Partiyê bersiva wan nedaye. Derbarê hevdîtina bi CHPê re de Rêveberê Platforma Zimanê Kurdî Îrfan Soner jî da zanîn CHP amade ye piştgiriya her cure yasayek bo zimanê Kurdî bike.

Rêveberê Platforma Zimanê Kurdî Îrfan Soner ji K24ê re got:"Bi rastî me pêşbînî nedikir ku evqasî serdana me serkeftî be. Me fam kir ku heta niha me div î warî de xebatek berketî nemeşandiye. Tê wê wateyê ku xebatên berketî hebin encam jî jê derdikeve. Birêz Kemal Kiliçdaroglû got di warê ziman de yasa werin em ê piştgirî bidin. Berê CHPê piştgirî nedida. Lê niha dide."

Yek ji navnîşanên serdanên Platforma Zimanê Kurdî li Enqereyê jî Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê bû  endamên platforma balê dikêşin ku wan ji Yekîtiya Ewropayê xwestiye êdî bo zimanê Kurdî gavekê biavêjin û di pêvajoya hevdîtinên li gel Tirkiye de bînin rojevê. Rêveberê Platforma Zimanê Kurdî Sedat Dogan dibêje divê Yekîtiya Ewropa zimanê Kurdî wek merc dane pêşiya Tirkiyeyê.

Sedat Dogan dibêje: "Min ji Yekîtiya Ewropayê re got ji aliyê hijmarî ve em mînakekê bidin, derdora 5 milyonî xwendekarên Kurd hene. Ka gelo ji bo van xwendekaran çend mamoste hatine tayînkirin? Li gorî pergala perwerdeya Tirkiyeyê sere 50 xwendekaran mamosteyek dikeve. Ka ji bo zarokên Kurdan çima ev nîne?"

Di encamnameya serdana Enqereyê de Platforma Zimanê Kurdî aşkere kir ku dê li Bakurê Kurdistanê bo xwedîlêderketina zimanê Kurdî û belavkirina bikaranîna zimanê Kurdî ew ê xebatan bikin û div ê çarçoveyê de jî dê di 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî de civînekê pêk bînin û di 22ê Sibatê de jî dê li Diyarbekirê bi beşdariya 200 kesan konferansek mezin a Zimanê Kurdî li dar bixin.





2185 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad