English | عربی | کوردی  
 
 
2020-02-03 [01:14 AM]

ZNA- Hewlêr


Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, di encama êrîşa bi topan a bo ser hêzên leşkerî yên wî welatî de li Idliba Sûriyê, 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 9 leşker jî birîndar in.

Li gor ajansa nûçeyan a Anadoluyê ku ajansa dewletî ya Tirkiyê ye, artêşa Sûriyê îro 3ê Sibatê li nêzîkî 2 kîlometriya rojavayê qezaya Seraqib a ser bi parêzgeha Idlibê ve, xaleke kontrolê ya Artêşa Tirkiyê topbaran kiriye.

Şêwirmendiya Ragihandin û Têkiliyên bi Xelkê re ya Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî derbarê êrîşê de daxuyanî daye û ragihandiye, artêşa Sûriyê bi topan êrîşî hêzên Tirkiyê ku bo Idlibê hatibûn şandin, kiriye û di encamê de 4 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 9 leşker jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniyê, rewşa yek ji birîndaran giran e.

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, ku hêzên Tirkiyê bersiva hêzên Sûriyê dane û hejmarek cih û navendên wan hêzan hatine jinavbirin.

Artêşa Sûriyê êrîşeke berfireh bo ser parêzgeha Idlibê dest pê kiriye ku di jêr kontrola komên çekdar ên dijbereyê de ye û li gor rêkevtina Sûçî ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de, 12 xalên leşkerî yên çavdêriyê yên Tirkiyê jî li ser sînorê wê herêmê hene, ku yek ji wan xalan li rojavayê Helebê, yek li bakurê Hemayê û 10 xal jî li sînorê parêzgeha Idlibê ne.

Di encama êrîşên berdewam ên artêşa Sûriyê ve ku Rûsya bi balafirên xwe yên cengî piştgiriyê lê dike, heta niha 4 xalên çavdêriyê yên Tirkiyê ketine nav sînorê desthilata hikûmeta Sûriyê û di jêr dorpêça hêzên artêşa Sûriyê de ne.





2185 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad