English | عربی | کوردی  
 
 
2020-02-03 [01:12 AM]

ZNA- Hewlêr


Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan ragihand, artêşa wî welatî bersivek tund daye êrîşa hêzên Sûriyê ya bo ser hêzên Tirkiyê ku îro li Idlibê hatiye encamdan û got, 30-35 kes ji hêzên Sûriyê hatine kuştin.

Serokomarê Tirkiyê, Erdogan îro li Balafirxaneya Navdewletî ya Ataturk a Stenbolê û berî ku serdana Ukraynayê bike, di daxuyaniyeke rojnamevanî de li hember êrîşa hêzên Sûriyê bo ser hêzên Tirkiyê yên li Idlibê bertek nîşan da û got, hêzên me demlidest bersiva êrîşê dane.

Edogan tekezî li ser berdewamiya hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Idlibê kir û diyar kir: “Em rijd in li ser berdewamiya operasyonên xwe yên li Sûriyê û em dê bersiva her êrîşekê bidin ku li dijî hêzên me bihê kirin.”

Erdogan destnîşan kir, ku di bersivê de, hêzên Tirkiyê “bi topxane û firokeyên cengî yên F-16 40 cihên destnîşankirî yên hêzên rejîmê kirine armanc” û tekez kir, di bersivdana hêzên Tirkiyê de, “li gor encamên destpêkê 30-35 kes ji hêzên Sûriyê hatine kuştin.”

Bi gotina Erdogan, artêşa Tirkiyê piştî êrîşa hêzên Sûriyê “ji saet 06.15an pê ve 122 gulleyên topê, 100 gulleyên hawanê avêtine 46 hedefên rejimê.”

Serokomarê Tirkiyê herwiha da xuyakirin, ku Tirkiye li hember kuştina serbazên xwe bêdeng namîne û got, em dê li ser hesabpirsîna vê yekê berdewam bin.

Recep Tayyip Erdogan tekezî li ser bersivdana her core êrîşeke li dijî hêzên welatê xwe kir û got: “Yên ku dixwazin bi êrîşên namerdane yên bi vî rengî va biryardariya Tirkiyeyê bipîvin, dê fêm bikin ku şaşiyeke mezin dikin.”

Bi gotina Erdogan, genelerên artêşa Tirkiyê bi hevtayên xwe yê Rûs re bi awayekê berdewam dicivin û destnîşan kir, ku ew li gor wan hevdîtinan operasyonên xwe yên li Sûriyê didomînin.

Li gor ajansa nûçeyan a Anadoluyê ku ajansa dewletî ya Tirkiyê ye, artêşa Sûriyê îro 3ê Sibatê li nêzîkî 2 kîlometriya rojavayê qezaya Seraqib a ser bi parêzgeha Idlibê ve, xaleke kontrolê ya Artêşa Tirkiyê topbaran kiriye.

Di encama vê êrîşê de 4 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 9 leşker jî birîndar bûne, ku rewşa yek ji wan birîndaran giran e.

Li hember vê êrîşa li ser leşkerên Tirkiyê, Berdevkê Serokomariya Tirkiyê, Ibrahîm Kalin jî bertek nîşan da û ragihand, “xwîna leşkerên me li erdê namîne û bikerên êrişê dê hesabê bidin”.

Kalin diyar kir, ev êriş li dijî rêkevtina Idlibê hatiye encamdan û tekez kir, hêzên Tirkiyê “demildest bersiva êrişê dane”.

Artêşa Sûriyê êrîşeke berfireh bo ser parêzgeha Idlibê dest pê kiriye ku di jêr kontrola komên çekdar ên dijbereyê de ye û li gor rêkevtina Sûçî ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de, 12 xalên leşkerî yên çavdêriyê yên Tirkiyê jî li ser sînorê wê herêmê hene, ku yek ji wan xalan li rojavayê Helebê, yek li bakurê Hemayê û 10 xal jî li sînorê parêzgeha Idlibê ne.

Di encama êrîşên berdewam ên artêşa Sûriyê ve ku Rûsya bi balafirên xwe yên cengî piştgiriyê lê dike, heta niha 4 xalên çavdêriyê yên Tirkiyê ketine nav sînorê desthilata hikûmeta Sûriyê û di jêr dorpêça hêzên artêşa Sûriyê de ne.





2212 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad