ZNA- Hewlêr
Piştî kuştina hejmarek ji serbazên Tirkiyê li Idlibê, gera çavdêriyê ya hevbeş a hêzên Rûsî û Tirkî li Kobaniyê hat paşxistin.
biryar bû îro gera çavdêriyê ya hevbeş a Rûsî – Tirkî li gundên Kobaniyê hatiba kirin, lê bi sedema kuştin û birîndarkirina hejmarek ji serbazên Tirkiyê li Idlibê, ew ger hat paşxistin.
Peyamnêrê me diyar kir, otombîlên Polîsa Serbazî yên Rûsî û helîkopterên Rûsî yên gihîştibûn cihê diyarkirî yê gerê, vegeriyan baregehên xwe.
Piştî rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 22 Cotmeha 2019an li bajarê Soçî, hêzên Rûsî û Tirîkî gerên çavdêriyê yên hevbeş li bajar û bajarokê Rojavayê Kurdistanê dikin.
4324 car hatiye dîtin |