English | عربی | کوردی  
 
 
2020-02-03 [01:08 AM]

ZNA- Hewlêr


 Wezîrê Derve yê Belçîkayê, Philippe Goffin bi serdaneke fermî gihîşt Herêma Kurdistanê.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, Wezîrê Derve yê Belçîkayê gihîşt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û rayedarên din ên Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.

Philippe Goffin dê li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive.

Di hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Kurdistanê de, Wezîrê Derve yê Belcîkayê dê têkoşîna li dijî DAIŞê û terorê bi giştî, rewşa Iraqê û têkiliyên Bruksel-Hewlêrê gotûbêj bike.

Philippe Goffin beriya ku serdana Hewlêrê bike, her îro serdana Bexdayê jî kiribû û bi Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm re hevdîtin pêk anî.

Philippe Goffin beriya du mehan ew post wergirtiye û li Hewlêrê wê li gel serkirdayetiya Herêma Kurdistanê şerê DAIŞê û Pêşhatên dawiyê yên navçeyê gotûbêj bike.

Hikûmeta Belcîkayê dibêje, ew bi hemû awayekî rê li tundrewiyê digire û welatê xwe ji gefên DAIŞê diparêze.

Goffin di 30 Mijdarê de postên Wezareta Derve û Wezareta Berevaniyê ya Belckayê werigirtiye.

 





2140 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad