English | عربی | کوردی  
 
 
2020-02-02 [02:09 AM]

ZNA- Hewlêr


Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê radighîne ku amade ne kar ligel hikûmeta nû ya Iraqê bikin her ‎dema pêk hat û dibêje dive hikûmeta nû ya Iraqê serbixwe û rastgo be û herwiha daxwazên xelkê ‎cîbicîh bike.‎

Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê li ser hesabê xwe yê Twitterê dibêje, rasipardina Mihemed Elawî ‎bo serokwezîrê nû yê Iraqê, divê armancên bicîhanîna daxwazên xelkê bi peyde be.‎

Di daxuyaniyê de tê gotin ku asayîşa Iraqê bo Amerîkayê girîng e û her dema hikûmet pêk hat ligel kar ‎dike, ev jî wek tekezkirinekê li ser aramî, xweşguzeranî û serweriya welat.‎

Serokomarê Iraqê Berhem Salih îro Şemiyê 1ê Sibatê erka avakirina hikumeta nû ya Iraqê da wezîrê ragihandinê yê berê Mihemed Tofîq Elawî.





4129 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad