English | عربی | کوردی  
 
 
2020-02-02 [02:05 AM]

ZNA- Hewlêr


 Bi sedema şandina çekdaran ji herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê bo Lîbya, Idlib û Helebê, hejmara wan li Efrînê kêm bûye.

Grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê hêzan bo parêzgeha Idlibê û rojavayê bajarê Helebê dişînin. Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Evfrînê ji Rûdawê re da zanîn ku di nava hefteya borî de hejmareke mezin ji çekdar bi çekên xwe yên giran ji herêma Efrînê ber bi Idlib û Helebê çûne da ku piştevaniya gûrûpên çekdar di şer de bikin.

Li gor zanyariyên ku  Rûdawê ji efserekî artêşa ku bi navê “Artêşa Niştimanî” tê naskirin û hin çavkaniyên din ji nava Efrînê wergirtine, hejmara çekdaran li Efrînê kêm bûye, li gor wan zanyariyan, %10 ji çekdaran hatine derxistin ji bo Lîbya, Idlib û Helebê hatine şandin, 4000 çekdar ji Efrînê hatibûn derxistin û ji bo şer li Rojhilatê Feratê hatibûn veguhestin, plana şandina 8000 çekdar ji Efrînê bo Lîbyayê heye, 300 çekdarên Lîwaya Silêman Şah, ku bi Emşat tê naskirin ji bo Lîbyayê hatine şandin, hejmara çekdarên Grûpên girêdayî Tirkiyê li ser rêbendan kêm bûye.

Fermandarê Lîwaya navborî Mihemed Casim Ebû Emşe çûye Lîbyayê, nirayê wî Seyfedîn el-Casim fermandariya Lîwayê li herêma Efrînê dike.

Li gor çavkaniyên ku ji nav bajarê Efrînê û çend deverên herêmê ji Rûdawê re axivîne, birina çekdaran ji herêm bo Lîbyayê berdewam e.

Ji aliyekî din ve, Rûdawê zanyarî bi dest xistine ku Amerîka bi navbênkariya Tirkiyê ligel beşek ji grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê civiyaye û ew agahdar kirine ku Amerîka amade ye alîkariyê bo wan pêşkêş bike, bi mercê ku şer li dijî Heyeta Tehrîr el Şam û paşmayên DAIŞê li navçeyê bikin.





2116 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad