English | عربی | کوردی  
 
 
2020-02-02 [02:01 AM]

ZNA- Hewlêr


Di daxuyaniyekê de, Pevdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil derbarê giranbûna nirxê gaze li Hewlêr û Duhokê radigihîne, li sînorê Germiyan û Silêmaniyê ji aliyê hêzeke destdirêj ve rêgirî li ser hatina gazê dibe,ev yek jî bû sedema giranbûna nirxê gazê li wan herdu parêzgehan.

Di daxuyaniyê de hatiye, “Ji destpêka destbikarbûna Kabîneya Nehem ve, wek bersivdan ji daxwazên rewa yên welatiyan re bi encamdana çaksaziyê û şefafiyetê di karûbarên hikûmetê de, biryar hat dayîn tevahiya girêbestên kompanyayên di çarçova yasa û rênimayan de û li gor proseya tenderkirinê de be.

Di vê çarçovê de mijara veguhastina gazê ji kompanyaya Danagaz ji bo parêzgehên Herêmê, ku ji aliyê wê kompanyayê ve hatibû gorxkirin, piştî tenderê kompanyayeke din mafê veguhastinê bidest xist û biryar bû ji destpêka sala nû ve dest bi kar bike, lê ji aliyê çend kesên destdirêj yên sînorê Germiyan û Silêmaniyê ve rê li hate girtin û wek karteke fişarê rê nehat dayîn ku beşa gaza şil ya Hewlêr û Duhokê wek pêwîst bigihêje û ev yek jî bû sedema giranbûna nirxê gazê li van herdu parêzgehan.

Cotyar Adil ragihand, di van du rojên derbasbûyî dem wan kesan bi hêza çekdar û tundûtûjiya li hember kompanyê, rewş aloztir kirine. Tevî agahdariya welatiyan ji vê pirsgirêkê, welatiyan piştrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêngavên xwe çaksaziyê de gavan bi paş ve navêje û hemû rêkarên yasayî digirine ber, ta ku ew grûpên qorxker û mafyawî rûbirûbûyî yasayê bikin.





2098 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad