Hewlêr (ZNA) – Çavkaniyekî nêzîk ji Wezareta Petorlê ya Iraqê aşkere kir, ku Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî dest ji kar berdaye.
Li gor gotina wî çavkaniyê han, Adil Ebdulmehdî nameya dest ji kar berdana xwe pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kiriye.
Çavkaniyê got: Îro çarşemî 24ê Sibatê Wezîrê Petrolê yê Iraqê nameya dest ji kar berdana xwe daye destê Heyder Ebadî.
Li gor zanyariyên heman çavkaniyê, biryar bû Adil Ebdulmehdî di heyamên dahatî de bi fermî ligel Serokwezîr Heyder Ebadî serdana welatê Çînê bike, lê belê daxwaza lêborînê ji Ebadî kiriye û jê re gotiye, ew nikare vê serdanê bike.
3484 car hatiye dîtin |