English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-29 [03:01 AM]


 

ZNA- Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Mîxaîl Bogdanov Nûnerê Serokê Rûsyayê civiyan û di wê hevîdtinê de Nêçîrvan Barzanî tekez kir li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Rûsya di hemû waran de û destxweşî li kar û çalakiyên kompanya Gazprom ya Rûsî, di kerta enerjiyê de li Herêma Kurdistanê kir.

Îro Çarşema 29.1.2020 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Mîxaîl Bogdanov Nûnerê Serokê Rûsyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê û şandek ji dîplomatkar û berpirsên kompanya Gazprom civiya.

Di civînê de, herdû aliyan rewşa Iraqê gotûbêj kirin û tekezî liser giringiya hewldan ji bo aramkirina aloziyên li navçeyê û nebûn a Iraqê di meydana kêşe û milmilaniyên hêzên herêmî û navdewletî kirin.

Herweha behsa xwepêşandan û hewlên ji bo diyarkirina Serokwezîrê bê yê Iraqê kirin, û li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê axivîn.

Herdû aliyan behsa çend mijarên girîng kirin, mîna rewşa Sûriyê û hebûna hêzên navdewletî, pirsa mafên Kurdan li wî welatî û pêşeroja Kurdên Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya Sûriyê de û rola Rûsya li wî welatî, herweha berdewamiya metirsiyên terorê û çawaniya rûbirûbûna wê, prosêsa aştiyê li Rojhilata Navîn û dawî pêşhateyên pirsa Filistîn û Israîlê.

 





2173 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad