English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-28 [01:39 AM]

ZNA-Hewlêr


Li gor amara herî dawîn, hejmara kesên ku li Çînê bi sedema vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 106 kesan û di 8 rojên bihorî de jî zêdetir ji 4500 kes li seranserî cîhanê ji ber vê vîrûsê nexweş ketine, herwiha bi dehan welatan jî hişyarî dane xelkê xwe ku serdana Çînê nekin.

Berpirsên tendirustiyê yên Çînê ragihandin, ku ji ber tûşbûna bi vîrûsa Koronayê heta niha li wî welatî 106 kesan canê xwe ji dest dane. Li gor gotina berpirsên Çînî, li wî welatî herwiha 2714 kes jî bi vê vîrûsê ketine.

Li gor agahiyan, di 20ê Çileya îsal de hejmara tûşbûyên bi vîrûsa Koronayê li hemû cîhanê nêzîkî 280 kesan bûye, lê niha ew hejmar heta îro Sêşemê 28ê Çile gihîştiye zêdetirî 4500 kesan.

Medyayên Çînê dibêjin, hikûmeta wî welatî bo rûbirûbûna vîrûsa Koronayê mekanîzma dema şer cîbicî dike û nexweşxaneyeke giştî û 500 tîmên pizîşkî li bajarê Tianjinê xistiye haleta birêvebirina serbazî. Li gor medyayên Çînê, ew yekemîn car e li Çînê ku rêkarên bi vî awayî li hember nexweşiyekê tên cîbicîkirin.

Li aliyekê din, duh li Almanyayê jî yekemîn haleta tûşbûna bi vîrûsa Koronayê li herêma Bayern a wî welatî hat tomarkirin.

Li Australiyayê jî daxwaz ji xwandekarên ku bo geştekê çûnûne Çînê hatiye kirin ku neçin dibistanan, heta ku pişkinîn li ser wan tên kirin û pizîşk kontrola wan dikin.

Wezîrê Tendirustiyê yê New South Wales, Brad Hazard ragihandiye, “ev biryar ji dijwartirîn biryaran e ku min heta niha daye” û ji ber wê yekê ji dayik û bavên wan xwandekaran lêborîn xwast.

Rêkarên ji bo rêgirtin ji belavbûna vîrûsa Koronayê bandoreke neyînî li ser borse û bazarên cîhanê kiriye û her ji ber belavbûna vê vîrûsê nirxê petrolê zêdetirî %3 daketiye û gihîştiye kêmtirîn asta xwe di 3 mehên bihorî de.

Herwiha buhayê diravê Çînê jî daketiye û gihîştiye nizimtirîn asta xwe di sala 2020 de.

Tevî ku li hejmarek welatên din jî haletên tûşbûna bi vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin, lê belê ji bilî Çînê li ti cihekî din mirina nexweşan nehatiye tomarkirin.





2395 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad