English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-28 [01:35 AM]

ZNA-Hewlêr


 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa mûşekî ya şeva derbasbûyî Balyozxaneya Amerîka li Bexda kire armanc şermezar kir û ragihand ku ev êriş li ser rewş û aramî û berjewendiyên Iraqê metirsiyên rastteqîn dirust dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniyeke nivîskî mûşekbarankirina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê şermizar kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje ku ew êrişa li dijî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê, li ser rewş û aramî û berjewendiyên Iraqê metirsiyên rastteqîn dirust dikin û dûbarebûn û berdewamiya wan dibe sedema encamên xerap li wî welatî.

Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje ku parastina asayîşa balyozxane û nûnerên welatan erkê aliyên berpirsyar e, û nabê rê bê dayîn yasa û rêsayên navdewletî bêne binpêkirin û dîplomatkar û nûnerên welatan bibin armanc.

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku nabe Iraqê bikin qada yekalîkirina gengeşeyên hêzên herêmî û navdewletî.





2197 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad