English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-28 [01:34 AM]

ZNA-Hewlêr


Serokê Amerîakyê û Serokwezîrê Îsraîlê li Koşka Spî bi hev re civiyan û gotûbêj li ser pêwendiyên navbera herdu welatan û herwiha rêkevtina sedsalê kirin, ku biryar e îro Sêşemê beşa duyem a vê rêkevtinê were ragihandin. Donald Trump dibêje, ew hewl dide pirsgirêka navbera Felestîn û Îsraîlê çareser bike, daku aramî, aştî û istiqrar li navçeyê bicih bibe.

Di civîna li gel Benjamin Netanyahu de, Donald Trump rêkevtina sedsalê wek bûyerke “gelek giring” bi nav kir û derbarê pêwendiyên Amerîka û Îsraîlê de got, “pêwnediyên me ti deman bi vî awayê niha baş nebûn.”

Beşa yekem a rêkevtinê ku bêtir taybet bû bi ware aborî, di 22ê Hezîrana 2019 de ji aliyê Rêveberiya Trump ve hatibû belavkirin.

Beşa duyem a rêkevtina sedsalê ku Donald Trump dixwaze bi rêya wê, nakokiyên navbera Îsraîl û Felestînê çareser bike, biryar e îro were aşkerekirin.

Di bersiva pirsa gelo berpirsên Rêveberiya Felestînê bi wê planê razî dibin û rêkevtina sedsalê dipejirînin an na, Trump got: “Renge di destpêkê de nepejirînin, lê di dawiyê de her dê qebûl bikin.”

Serokwezîrê Îsraîlê Bejnamin Netanyahu jî spaisya Donald trump kir û ew wek baştirîn hevalê Îsraîlê bi nav kir û got: “Rêkevtina sedsalê derftea sedsalê ye û em wê jid est nadin.”

Li aliyekê din, di medyayê de behsa wê yekê tê kirin ku di demekê de biryar e Koşka Spî îro Sêşemê 28ê Çile plana aştiyê ya naskirî bi “Rêkevtina Sedsalê” rabigihîne, Serokê Rêveberiya Felestînê Mehmûd Ebas red kiriye, ku bersiva pêwendiya telefonî ya Donald Trump bide.

Amerîkayê gelek caran û di serdemên serok û rêveberiyên cuda de hewl daye ku pirsgirêka navbera Îsraîl û Felestînê çareser bike, lê belê serkevtî nebûn. Niha jî rêveberiya Donald Trump hewla wê yekê dide, her çend ku heta niha tenê  berpirsên Îsraîlê piştgirî li hewlên rêveberiya Trump dikin û Felestînî rêkevtina sedsalê red dikin.





2176 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad