English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-27 [01:03 AM]

ZNA-Hewlêr


Li gorî amarên Wezareta Tendirûstiyê ya Tirkiyê, hejmara kesên ku di erdheja Xerpêtê de canê xwe ji dest dane gihîştiye 39 kesan, lê derengiya şeva derbasbûyî termekî din jî ji bin kavilan hat derxistin û bi vî awayî hejmara qurbaniyan gihîşte 40 kesan.

Wezîrê Tendirûstiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca duh Yekşemê ragihand ku ji destpêka erdhejê ve termên 39 kesan ji bin kavilan hatine derxistin.

Lê belê di demjimêr 02:00ê Duşemiyê de, li taxa Sûrsûrû ya li navenda Xarpêtê termê jineke 50 salî ya bi navê Sevîm Cambaz jî ji bin kavilên apartmaneke 4 qatî hat dîtin û bi vî awayî hejmara qurbaniyên erdheja Xarpêtê gihîşte 40 kesan.

Li gorî zanyariyan, niha 2 kesên di bin kavilan de mane û hewlên rizgarkirin, an jî derxistina termê wan kesan berdewam in.

Duh Yekşemiyê cenazeyên 7 kesên din ku ji ber erdhejê canê xwe ji dest dabûn, bi axê hatin spartin.

Şeva Înê 24ê Çile erdhejeke mezin bi hêza 6.8 pileyên Rîxterê herdu bajarên Xarpêt û Meletî yên li Bakurê Kurdistanê hejandin û bû sedema gelek zirarên canî û maddî.

Li gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî hest bi erdhejê hatibû kirin.

Peyamnêrê Rûdawê, Maşallah Dekak li Xarpêtê derbarê erdhejê û zirarên wê de zanyariyên herî dawîn vedighuêze:

 





2212 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad