English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-27 [12:59 PM]

ZNA-Hewlêr


Tîma Amûda ya Jinan a Topapê bi serkeftina di yariya xwe ya îro de, pileya yekem di lîgaya Sûriyê de wergirt.

Tîma Amûda ya Jinan a Topapê ku îsal cara yekem beşdarî Lîgaya Sûriyê ya Topapê dibe, îro dawî yariya xwe li Şamê li hember Tîma Ceremana lîst û bi encama 3 – 0 biser ket.

Bi vê encamê, Tîma Amûda ya Jinan a Topapê bû qehremana Lîgeya Sûriyê ya sala 2020an.

Lîgaya Sûriyê ya Jinan a Topapê roja 24ê Tebaxa 2019an bi beşdariya 7 tîmên asta yekem destpê kir, ji herêmên Kurdî tenê Tîma Amûda ya Jinan a Topapê tê de başdar bû.

Tîma Amûda ya Jinan hemû yariyên xwe yên Lîgaya Sûriyê, li yarîgehên Şama Paytext lîstibûn. 





2410 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad