English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-27 [12:51 PM]

ZNA-Hewlêr


Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera komkujkirina Cihûyan de ku wek Holokost (Holocaust) tê naskirin, ragihand: “Mixabin hêj gelek kar maye bihê kirin ji bo ku jenosayd li cîhanê dubare nebin.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi boneya bîranîna qurbaniyên komkujiya Cihûyan ku li cîhanê wek Holokost tê naskirin, li ser twîttera xwe peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di vê peyamê de dibêje: “Roja bîranîna Holokostê vê yekê tîne bîra mirov ku mirovatiyê ji bo rawestandina jenosaydê û hizirkirina ji qurbaniyên wê gelek kar kiriye”, û tekez dike: “Lê mixabin rêyeke dûr û dirêj li pêşiya me ye, daku em xelkê hedefgirtî li seranserê cîhanê ji jenosaydê biparêzin.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha diyar kiriye: “Divê em bêjin nabe ti caran ew yek dubare bibe, ew jî bi siyaset û mekanîzmeke guncaw tê kirin.”

Îro Duşemê 27ê Çile salroja bîranîna qurbaniyên komkujkirina Cihûyan e, ku di şerê cîhanî yê duyem de û di navbera salên 1941 heta 1945an de ji aliyê rejîma Nazî ya Almanyayê ve nêzîkî 6 milyon Cihû hatin komkujkirin.





2275 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad