ZNA-Hewlêr
Li gor daxuyaniyeke navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê, di nava 48 seatan de hêzên ser bi rejîma Sûriyeyê li derdorê Îdlibê li dijî çekdaran êrîşên xwe zêdetir kiriye û pêşrewiyên gelek mezin bidest xistiye.
Li gor daxuyaniyê di nava 8 seatan de herî kêm 8 bajarok û deverên curbicur li derdorê Îdlibê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kontrolkirin.
Herwiha hate zanîn ku rêya navdewletî ya di navbera Îdilb û Helebê jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye kontrolkirin.
2221 car hatiye dîtin |