English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-27 [12:47 PM]

ZNA-Hewlêr


Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke parlementoya Almanyayê kir ku ji Parlementer, Marco Grûbel û Jûrgen Hardt pêk hatibû.

Di civînê de ku berpirsê têkiliyên derve yên hikûmeta Kurdistanê, nunerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Almanyayê û Konsulusê Almanyayê li Hewlêrê têde beşdar bûn, derbarê rewş û pêşhatên dawî yên Îraq û deverê û têkiliyên navbera Almanya û Kurdistanê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hikûmet û parlementoya Almanyayê kir bo dubare destpê kirina perwerde kirina hêzên pêşmerge û tekez li ser giringiya berdewam bûna piştîvaniya hevpeymaniya cîhanî bo hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê kir bo rûbirû bûna terorê bi taybetî ku hîn jî DIŞI li çend deverên Îraqê metirsiyeke gelek mezine.

Şanda Almanî jî eşkere kir ku Kurdistan faktereke giring ya aramiya deverê ye û amade bûna welatê xwe bo pêşde birina têkiliyên xwe li gel Kurdistanê di warê bazirganî û pêşesazî de diyar kir.





2140 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad