English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-26 [02:15 AM]

ZNA-Hewlêr


Careke din hêzên navçeyî û navdewletî li welatekî din ê dûr ji xakên wan, rûbirêyî hev dibin. Vê carê Lîbya bûye qada pevçûnên berjewdendiyên welatên navçeya bakurê Afrîka û welatên peravên deryaya naverast ku piştî jinavçûna rejîma Muammer Qedafî û serhildana Erebî li 2011an,  tûşî şerê navxwe bûye.

Li Trablusa ku dikeve rojavayê Lîbyayê, hikûmeta Lîbyayê heye ku Fayîz Serrac serokatiya wê dike û ji aliyê Tirkiye û Qeterê ve pişteavanî lê tê kirin. Li aliyê rojhilatê Lîbyayê jî opozisyona çekdarî ya hikûmet heye bi serokatiya Generel Xelîfe Hefter li Bingaziyê hikûm dike û ji aliyê Rûsya, Îmarat, Misir, Fransa û Siûdiyê ve piştevanî lê tê kirin.

Sedema wê yekê ku hemû wan welatan rol heye di bûyerên li Lîbyayê de, bi pileya yekem ew e ku Lîbya mezintirîn welatê petrolê yê Afrîkayê ye û qebareke berçav a yedeka petrol û gazê heye. Nêzikî 48 milyar bermîl petrola yedek heye û rojane yek milyon bermîl petrolê berhem tîne û 1.5 trîlyon metre sêca yedeka gazê heye. Lîbya li aliyê bakur, bi dirêjahiya 2 hezar kîlometre sînorê wê li gel deryara naverast heye, tê pêşbînîkirin ku peravên wê deryayê qebareyeke berçav a gaza sirûştî li xwe digire. Di pileya duyem de jî, Lîbya rêyek bûye bo şandina koçberan ji bo welatên Ewropayê, herwiha melbendek bûye bo çekdar û îslamiyên nêzîk li DAIŞê ku ev jî pirsgirêkeke navdewletî ya mezin e.

Meha Mijdara sala 2019an, Recep Tayyîp Erdogan, Serokomarê Tirkiyê û Fayîz Serac, Serokê Hikûmeta Trablusê kom bûn û rêkevtineke serbazî û aborî îmze kirin. Li gor wê rêkevtinê, Tirkiye li dijî General Hefter dê piştevaniya serbazî bide hikûmeta Lîbyayê ku pirçekkirin û şandina çekdaran bo piştevaniya li hikûmeta Serac jî di nav wê rêkevtinê de ye.  Li hember jî Tirkiye, ew maf pê tê dayîn ku li peravên Lîbyayê li deryaya naverast ku dikeve sînorê hikûmeta Serac, xebatên lêgerîna petrol û gazê birêve bibe. Ev rêkevtina neasayî zenga metirsiyê bo welatên navçeyê lê da. Ew rêkevtin li gor berpirsên Tirkiyê sînorên avî yên Lîbya û Tirkiyê bi hev girê dide û peywendiya avî ya gelek welatan, ji Îsraîl û Misirê bigire heta Sûriye, Qibris, Yunan û Ewropayê jî, ji hev qut dike.

Tirkiye lêgerîna bo petrol û gazê li sînorê avî yê herdu Qibrisan, Qibrisa Tirkiyê û Qibrisa Yunanê, bi mafê xwe dizane û heta niha du keştî bo vê mebestê xistine kar. Yekîtiya Ewropayê jî bi tundî nerazîbûn nîşanî vî karê Tirkiyê da û ragihand ku ew dê Tirkiyê siza bidin.

Ji aliyê din ve, destpêka vê mehê Îsraîl, Qibris û Yunanê rêkevtineke dîrokî li Atînayê îmze kirin bo danîna boriyeke bi bihayê 6 milyar dolar bo hinardekirina gaza sirûştî ya Îsraîl û Qibrisê bo Yunan û ji wir jî bo Îtalya û welatên din ên Ewropayê.

Jibilî vê boriyê, rasterast ew sînorê avî yê yekgirtî tê qutkirin ku Tirkiye û hikûmeta Fayîz Serac li ser rêkevtibûn. Sînorê avî yê hevbeş ê Tirkiye û Lîbya ku di rêkevtina di navbera wan de weke ‘navçeya taybet a aboriya hevbeş’ tê binavkirin, hemû projeyên welatên Îsraîl, Qibris, Yunan û Misirê di warê gaza sirûştî û enerjiyê de têk dide. Ew welat jî vê yekê qebûl nakin, bi taybetî projeya wan di qonaxa seretayî de ye û eger astengeke mezin a wiha jeopolîtîk bê ber wan, sûda aboriya wan namîne, di demekê de cîbicîkirin û temamkirina wê projeyê bo gelek ji wan welatan weke xewn e bo û bi hêsanî jî dest jê bernadin. Bo nimûne welatekî weke Îsraîl ku yekem car e di dîroka xwe de ji welatekî bikarhênerê enerjiyê dibe welatî hinardekar. Benyamin Netanyahu, Serokwezîrê Îsraîlê jî ragihand ku ev xewneke dîrokî ya Îsraîlê ye.

Ew xewna Tirkiye bi Lîbyayê dibîne, rasterast li dijî berjewendiyên welatên Ewropa û Asyayê ye jî, Josep Borrell, berpisê nû yê karûbarên derve yê Yekîtiya Ewropayê, rexne li helwesta welatên Ewropayê ya li hember bûyerên Lîbyayê digre û bi hêrs dibêje, “Ewropî ji bo ku beşdar nebin di ti şerekê de, berdewam dûpat dikin ku ti çareseriya siyasî bo pirsgirêkan nîne.” Herwiha dibêje, “Kes kêfxweş nabe eger li hember peravên Îtalyayê zîncîreyeke keştiyên şer ên Tirkiye û Rûsyayê bibîne.”

Borrell rast dibêje. Eger bi vî awayî biçe ku derdikeve, Rûsya bikare Tirkiyê qanih bike bi berqerarkirina aştiyê di navbera Hefter û Serac de û li ser çawaniya rêvebirina petrol û gazê li gel Tirkiye û Lîbyayê rêk bikevin, ev tê wê wateyê ku Rûsya destê xwe digihîne boriyên din ên gaza Ewropayê dabîn dikin.

Zêdebûna aloziyên di navbera welatên sînorê wan li gel deryaya naverast heye, careke din hêmaya wê ye ku bidestxistina çavkaniyên enerjiyê yên nû, bi taybetî cûreyê gaza sirûştî bo Yekîtiya Ewropa û welatên navçeyê çiqas girîng e.

Di vê navberê de, çavkaniya gaza sirûştî ya Herêma Kurdistanê dûbare dibe bibe cihê serinca kompaniyên navdewletî. Herêma Kurdistanê li gor amarên kompaniyên rawejkariyê, ji welatên Îsraîl û Misirê zêdetir gaza sirûştî heye. Dibe ev careke din Tirkiyê han bide bijardeya hawirdekirina gaza sirûştî ji Herêma Kurdistanê cidîtir werbigire. Eger Tirkiye bi aşkere daxwaza xwe bo kirîna gaza sirûştî ya Herêma Kurdistanê derbirî, egera hatina kompaniyên navdewletî û şarezayên wî warî bo nav bazara Herêma Kurdistanê zêdetir e.

Niha berhemanîna gaza sirûştî li Herêma Kurdistanê di wê astê de nîne ku pêdawîstiyên navxwe dabîn bike, lêbelê egera wê heye, heta 2023, piştî bilindbûna qebareya berhemanîna gaza sirûştî ji aliyê kompaniya Danagaz li kêlgehên Kormor û Çemçemalê, ev rû bide. Ew a ku dimîne, girîngîpêdana kêlgehên din ên Herêma Kurdistanê ye, weke Mîran, Binebawê û çendîn kêlgehên din ên gaza sirûştî ne ku eger kompaniyên mezin weberhênanê tê de bikin, dibe di maweyê çend salên kêm de, bên amadekirin ji bo şandina gaza sirûştî bo Tirkiye û Ewropayê.





2347 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad