ZNA-Hewrêr
4 mûşek li nava bajarê Efrînê ketin û di encamê de zarokekî û jinekê canê xwe jidest dan.
Jêderekî ji nava bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, îro 20.01.2020ê dema nîvro 4 top li nêzîkî taxa Vêlat a Efrînê ketin û di encamê de zarokekî û jinekê canê xwe jidest dan.
Ev yek di demekê de ye, artêşa Tirkiyê û grubên çekdar ve îro gundên navçeya Şera yên wek Mirenaz, Malkiyê, Şiwarxe, Kelha Şiwarxe û Elqemiyê topbaran dike.
2230 car hatiye dîtin |