English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-20 [01:05 AM]

ZNA-Hewrêr


Serokê dezgeha Lutke ya penaberan ragihand, hikûmeta Kurdistanê termên pênc penaberên Başûrî yên ku li nav deryaya Ege ya Tirkiyê de xeniqîbûn, vediguheze Kurdistanê.

Serokê dezgeha Lutke ya penaberan, Arî Celal ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, çend roj berê qayîka penaberên ku dixwastin bi qaçaxî ji Tirkiyê derbasî Yûnanê bibin, li nav deryaya Ege de wergeriyabû û 23 penaberên kurd tê de xeniqîbûn.

Arî Celal daye zanîn, heta niha termên 8 kesan hatine dîtin û yên din jî hîn wenda ne.

Serokê dezgeha Lute ragihandiye, hikûmeta Kurdistanê biryar daye termên pênc kesan li ser hesabê xwe ji Tirkiyê derbasî Kurdistanê bike û teslîmî malbatên wan bike.





2080 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad