English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-20 [01:02 AM]

ZNA-Hewrêr


Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 2 teqîn çê bûn û li gor zanyariyan, di encama teqînan de kuştî û birîndar hene.

Çavkaniyeke taybet ji nav Efrînê ji Rûdawê ragihand, teqîna yekem li stadyoma Efrînê çêbû û teqîna din li nêzîk Dibistana Seyfuldewla ya li ser riya nahiyeya Raco çêbû

Heman çavkaniyê diyar kir, ku heta niha zanyarî derbarê zirarên di encama teqînan de nehatine aşkerekirin.

Li gor zanyariyan, ji bilî teqînan, 2 gulleyên topê jî li nav bajarê Efrînê ketine ku yek ji wan li avahiyekê ketiye.

Çavkaniyl ji nav Efrînê destnîşan kir, heta niha aliyê ku Efrînê topbaran kiriye nehatiye naskirin.

Ji 18ê Adara 2018ê ve herêma Efrînê di jêr kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên hevpeymanên wî welatî de ye.





2002 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad