English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-19 [03:04 AM]

ZNA- Hewrêr


PAK, PSK, PAKURD û Hereketa Azadî dibêjin ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwe weke partiyeke Tirkiyê pênase dike û lewma nabe “Komxebata Yekîtiya Neteweyî” ya li Amedê nûnertiya Yekîtiya Neteweyî Kurd nake.

Ligel Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi beşdariya 7 partî û firaksiyonên Kurd ên Bakurê Kurdistanê “Komxebata Yekîtiya Neteweyî” birêve çû.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Maf û Azdiyan (HAKPAR), Partiya Kurdistanê (PAKURD) û Hereketa Azadî  tevli vê komxebata yekitiya neteweyî nebûn.

PAK: Dixwazin rê li ber tifaqeke rasteqîn a netewî bigirin

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mistefa Ozçelik derbarê “Komxebata Yekîtiya Neteweyî” li Amedê bi beşdariya HDP û 7 partî û firaksiyonên Kurd ên Bakurê Kurdistanê de ragihand ku ew wê hewldan û civîna ku HDP û hinek partî û hereket dimeşînin,  weke hewldana tifaqa netewî nabînin.

Serokê PAKê Mistefa Ozçelik ji Rûdawê re diyar kir ku HDP û hinek partî û firaksiyonên Bakurê Kurdistanê ji bo ku ew beşdarî  civîna wan bibin, bangî PAK û PSKê kirine, lê wan bi hev re daxuyanîyek  dan û diyar kirin ku beşdarî civînê nabin .

Ozçelik destnîşan kir ku ew hewldan û civîna ku HDP û hinek partî û firaksiyonên dimeşînin,  weke hewldana tifaqa netewî nabînin û wiha pê de çû: “HDP ne partiyeke netewî û Kurdistanî  ye. Ev hewldan ji bo rê li ber tifaqeke rasteqîn a netewî bigrin tê meşandin. Li Bakurê Kurdistanê mixatabê tifaqa netewî PAK,PSK,HAK-PAR, potansiyela PDKê ya li Bakurê Kurdistanê û  potansîyela Kurdên dîndar in.”

Serokê Giştî yê herwiha anî ziman ku ew weke PAK dixwazin tifaqa rasteqîn a netewî ya ku ji wan potansiyelan pêkhatî, bihûnin. 

PSK: HDP ji bo pêkanîna Yekîtiya Netewî ne amûreke guncaw e

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek jî ji Rûdawê re derbarê beşdarnekirina wan a “Komxebata Yekîtiya Neteweyî” de got: “HDP ya ku pêşengiya komxebatê dike xwe weke partiyeke Tirkiyê dibîne. Ew bixwe dibêjin em ne partiyeke Kurdistanî, lê partiyeke Tirkiyê ne. Lewma di vê rewşê de HDP ji bo vê armancê ne amûrek guncaw e. Bêguman biryar biryara HDPê ye xwe çawa îfade bike. Ez vê yekê ne ji bo rexnekirina HDPê dibêjin, rastî ev e.”

Mesut Tek got ku ew xwe weke partiyeke Kurdistanî dibînin û wiha pê de çû: “Em weke partiyeke Kurdistanî ma dikarin ji çepên Tirkiyê re bibêjin weri em yekîtiye neteweyî ta Tirk pêk bînin. Ev ne karê me ye, lewma ev ji bo partiyên Kurdî pirsgirêk e.”

Weke sedema duyem jî Tek got: “Di hilbijatinên 24ê Hezîranê de me hewlda ligel partiyên din ên Kurdan tifaqê bikin, lê piştre ji Qendîlê nameyek bo HDPê hat û ew tifaq bi ser neket. HDPê di wê heyamê de li hemberî nameya Qendîlê ti helwesteke zelal nîşan neda û ew yek jî bû sedem ku baweriya me bişkê.”

PAKURD: Nabe li Enqerê Tirkiyehez û li Amedê Kurdistanî bî

Endama Dîvana Serokatiya Partiya Kurdistanî (PAKURD) Leyla Arisoy jî ji Rûdawê re ragihand ku  “Komxebata Yekîtiya Neteweyî” li Amedê bi beşdariya HDP û 7 partî û firaksiyonên Kurd ên Bakurê Kurdistanê weke tifaqa neteweyî ya Kurd nabînin û çimkî piraniya partiyên beşdarî komxebatê bûne siyasete Tirkiyehezê xistine di nav bernameya xwe de.

Bi gotina Leyla Arisoy armanca wan a sereke ew e ku ji niha de ji bo egera hilbijartineke pêşwext tifaqa xwe pêk bîne û ew dibêje: “Em li dijî vê yekê ne. Em dibêjin Kurd milletek e, û divê di çarçoveya daxwazên neteweyî de bêne ba hev.”

Di berdewamiya axavtina xwe de Arisoy got: “Nabe li Enqerê Tirkiyehez û li Amedê Kurdistanî bî. Dibe herî zêde ew (HDP) dengê Kurdan werbigire, lê ew nayê wateya ku partiyeke Kurdistanî ye. AKP, CHP û MHP jî dengê Kurdan wedigrin, lewma ya girîng helwesta siyasî ye. HDP, KCD û tevgerên nêzîkî wê di piştî bûyerên xendekan de li ber çavê Kurdan pêbaweriya wan nema û siyaseta wan a Tirkiyebûnê têk çû. Niha jî pêwîstiya wan bi Kurdistaniyan û neteperwerên Kurdî heye. Dixwazin bi vê yekê dîsa di nav Kurdan de xwe bihêz bikin.

Hereketa Azadî: Yekîtiya neteweyî ligel kesên neteweperwer çêdibe

Alîkarê Serokê Hereketa Azadiyê Metîn Pîranî jî derbarê mijarê de wiha axivî: “Yekîtiya neteweyî ligel kesên neteweperwer çêdibe. Kesên ku berê xwe didin Enqere, Şam û Tehranê re yekitî ne pêkan e.”





1996 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad