English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-16 [06:26 AM]

ZNA- Hewrêr


Berdewamiya daketina nirxê pereyên Sûrî li beramber pereyên biyanî, bandoreke mezin li ser hemû aliyên jiyanê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kiriye. Bi sedema wê yekê jî, gelek zehmetî û astengî li ber debara jiyana xelkê peyda dibin û mijara daketina bihayê lîreya Sûrî li Rojavayê Kurdistanê, bûye rojeva sereke û çîroka rojane ku tê vegotin û dûbare dibe.

Bi destpêka rojeke nû, nirxê nû yê pereyên biyanî li bazarên Rojavayê Kurditanê têne bilind kirin, roj bi roj kelûpel biha dibin û xelk ecêbmayî dimînin, dolar giheşt hezar û 85 lîreyên Sûrî.

Jiyana xelkê li Rojavayê Kurdistanê girêdayî dolar e, dolar jî rojane bilind bibe. Îro lîreya sûrî li hemberî dolarekî gihişte hezar û 85 lîreyan.

Gelek xelk ji ber daketina lîreyê, dikanên xwe girtin û welatî jî dema ku diçin bazarê,vala vedigerin malên xwe ji ber ku her tişt biha bûye.

Welatiya bi navê Wetfa Ebdê dibêje: “Hemû tişt biha bûne. Goşt, bacan û hema tu bibêjî çi her tişt biha bûye. Ji bo feqîran tiştek nîne bixwin.”

Welatî Ehmed Ferhan jî got: “Nirx gelekî biha bûne, kar kêm e û pere erzan e, dolar giheşt 1100, ji wiha zêdetir dê çi bibe.”,

Kesek bi navê Nûra Îbrahîm jî wiha axivî: “Em nikarin tiştekî bikirin, em çi dikirin, dibêjin bi dolaran e, em nema têr dixwin.

Di nav bazarên Rojavayê Kurdistanê de, behs behsa dolaran e, xelk dibînin ku bazirgan jî ketina lîreya Sûrî bi derfet dizanin û fêdeyeke zêdetir davêjin ser.

Derbarê vê yekê de firoşya Îdrîs Ebdullah Rezaq jî got: “Bedlek cilê malê ku bi 18 hezaran bû,  lê bo 12 hezar daxistin û hêj jî feydeyê maye. Bazirgan bûne simsar, rewş xirab bûye , em hêvî dikin Rêveberiya Xweser çareseriyekî bibîne.”

Di sala derbasbûyî de jî nirxê dolarê Amerîkî beramber lîreya Sûrî bilindtirîn ast tomar kiribû, lê tenê di 15 rojên destpêkê ji sala 2020 dused lîre hat ser û herî kêm, ji sedî bîst nirxê kelûpelan zêde bû.

Ti kes nikare dolar erzan bike, ji hikumeta Sûriyê pêve, şarezayên aborî wiha dibêjin û pêşbînî nakin,  dolar di çi astê de rawest e.

Endamê Yekîtiya Serafan a Rêveberiya Xweser Ebdulîlah Mihemed jî anî ziman: “Kes nikare pêşbînî bike , dê dakeve yan bilind bibe, ji ber ku di destê hikumetê de ye û ew sûdê werdigre.”

LiRrojavayê Kurdistanê , kargeh kêm in , piraniya kelûpelan ji derve bi  dolar têne anîn, lê xelkê mûçeyên xwe bi lîreya Sûrî werdigirin ku di navbera herdû nirxan de cudahiyeke mezin heye.





2473 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad