English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-16 [06:24 AM]

ZNA- Hewrêr


Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsolê Fransa li Hewlêr Olivier Decottignies kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan behsa pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê kirin.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê hatin nirxandin û her wiha ronahî xistin li ser gef û egerên li ber proseya siyasî ya Iraqê û aloziyên li ser asta navçeyî û navdewletî.

Her di vê hevdîtinê de Konsulê Fransa li Hewlêr tekez li wê yekê kir ku ji bo welatê wan parastina aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê girîng e û xwazyarê berdewamîdana bi şerê li dijî DAIŞê li gel hêzên Hevpeymanan û hêzên Iraqî û bi taybet hêzên Herêma Kurdistanê de ne.

Danûstandina bîr û ramanên di derbarê gefa terorîstan û metirsiya bihêzbûna DAIŞê li Iraqê mijareke din a vê hevdîtinê bûn.





2116 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad