English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-15 [04:11 AM]

ZNA- Hewrêr


Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Şingalê Qasil Şeşo ragihand, îro balafirên Tirkiyê careke din li cih û navendên PKK yên li devera Şingalê dan û di encamê de 7 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar in.

Qasil Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê nîvro careke din balafirên Tirkiyê li navendeke PKKê li komelgeha Dugirê dan û di encamê de 7 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar in, ku ew kes di nava navenda PKKê de bûn.”

Şeşo wiha got: “Piştî bombebarana wê navenda PKKê, termê kuştî û birîndaran bo nexweşxaneya Sinûnê hatin şandin.”

Di dema derbasbûyî de balafirên Tirkiyê ji ber PKKê gelek caran li devera Şingalê dane, vê yekê jî hiştiye ku xelkê Şingalê û koçber bi tirseke mezin bihisin û biryar dane ku venegerin ser cih û warê xwe.”





1813 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad