English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-15 [04:09 AM]

ZNA- Hewlêr


Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekeziyê li helwest û hewlên Herêma Kurdistanê ji bo parastina ewlehî û aramiyê kir û ragihand, naxwazin Iraq bibe meydana yekalîkirina pirsgirêk û milmilaneyên hêzên herêmî û navdewletî. Herwiha spasiya hevkariyên serbazî û mirovî yên Almanya ji Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 15. 01. 2020an li Hewlêrê bi Şanderê Taybet ê Wezîrê Derve yê Almanya Philip Ackerman û şanda pê re civiya.

Di civînê de, dawî bûyer û pêşhatên Iraqê, bandor, gef û metirsiyên serîhildana terorê, pêwendiyên Hewlêr – Bexda û berdewamiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de mane, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Almanya re, rola Hevpeymaniya Navdewletî di rûbirûbûna terorê û çend pirsên din hatin guftûgokirin.





1732 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad