English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-14 [02:01 AM]

ZNA- Hewrêr


 Hereketa Îslamiya Kurdistanê, Hereketa AZADÎ gotinên Emîndarê Giştî yên Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrullah ên li dijî Kurd û Kurdistanê û bêrêziya wî li beramber serok Mesûd Barzanî şermezar kir û ragihand, tekez heqart û êrîşa li ser Kurdistanê, netewya Kurd, nirxên Kurdistanî û seokên Kurrdan nayê qebûlkirin.

Emîndarê Giştî yên Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrullah, du roj berî niha di axavtineke xwe de êrîşî Kurd û Kurdistanê kiribû û bêrêzî li serok Mesûd Barzanî kiribû û gotibû, “divê Kurdistan û Mesûd Barzanî qenciya Qasim Sulêymanî ji bîr nekin, dema ku DAIŞ ji Hewlêrê nêzîk bûbû, tenê Sulêymanî hatibû hawara Kurdan û Barzanî divê îtîrafê bi wê yekê bike”.

Hereketa Îslamiya Kurdistanê, Hereketa AZADÎ têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kiriye û ew gotinên Hesen Nesrullah ên li bermaber serok Barzanî bi tundî şermezar kiriye. Hereketa AZADî dibêje: Heqareta li birêz Mesud Barzanî, ne maf ne jî heddê ti kesî ye. Ew nunerê dînî, netewî u dîrokî yê neteweya Kurd e. Ew kesayetekî Kurdan ê qehreman e ku her qonaxeke jiyana xwe di xizmeta gelê xwe de derbas kiriye. Birêz Barzanî sembolek e, ku tevahiya dewlet u neteweyên cîhanê wî bi exlaqek bilind, tevgerek hêja, bi edalet u merhemet dizanin.

Di daxuyaniya xwe de Hereketa AZADÎ wiha dibêje:

“Mixabin kesayetên ku rêz u hurmet ji bo mafê netewa Kurd u Kurdistanê nagrin, zimandirêjîyek bê maf u bê exlaqane li hember Herêma Kurdistanê u serokê Kurdistanê dikin. Hezar şerm u fedî divê li hember vî zimandirêjîyê

Ligel rubirubuna şer u êşên sedsalan li vî herêmê, hê jî dujminahî, êriş u heqaret li hemberê Netewa Kurd tê kirin ku li ser nirx, çand u mafên xwe dijî.

Dîsa dîrok u cîhan şahid bu ku, serokê Hizba Lubnanê Hesen Nesrila gotinên ku heqaret, bêedebî u nezanî li xwe digirt, got bo serok Barzanî.

Bi zimanek qirêj ku fitne, fesadî, banga şer u pê re gilêzek qirêj ji devê wî bibare , daxuyanî yên li jor daye. Qirêjayî ya di serê wî da, di devê wîra rijîyaye ber çavan.

Divê baş were zanîn ku daxuyanîyek bi vî cureyê , li gor ti nezaketek sîyasî, dîplomatîk u mirovî nîne. Ev daxuyanîyên mezhebî, netewperestî u tund, li nav mala Misilmanan dibe sebebê zilm, kuştin, qetliaman. Dibe sebeb ku rehetî nemîne ji Rojhilata Navîn re.

Misilmanên ku exlaq u nirxên Îslamê diparêzin, divê wek Pêxemberê Îslamê HZ Mihemmed(SXL) zimanek ku aştî, hezkirin,biratîyê li xwe digre bikarbînin. Ji zimanê bêexlaqîyê, zilm u zordestîyê dur bisekinin.

Beriya van daxuyanîyên nerast, divê Hizba Lubnanê u Hesen Nesrila hesabê kuştin, zilm u zordarîya ku bi rejîma BEES ra li Surî kirine bidin. Sebebê dujminahîya wan ê li hemberê Kurdistanê u serok Barzanî ewe ku, brêz Barzanî tevahîya planên xwedîyê Hesen Nesrila puçkirî ye.

Serok Barzanî di şert u mercên herî xirab da li hember dujminê tundrewên xwînxwar da, bi Artêşa Kurdistanê u Pêşmergeyên qehreman şerê herî dijwar kir u axa Kurdistanê parast. Lê belê Hesen Nasrila wek mişkekî tirsonek xwe tim vedişart .Cîhan şahidê vî mijarêye u bila dujminê neteweya Kurd jî her şahid bin.

Li ser vê yekê, Tevgera Islamî ya Kurdistanê AZADÎ, mîna ku me berê jî ragihandibu, careke din dubare banga pejirandina rêzdar Mesûd Barzanî wekî Serokê Neteweyî ya Kurdistanê dikin. Bang li hemû kesayet, sazî û partiyên Kurdistanê dikin ku li dora Serok Barzanî bi armancek netewî bicivin.”





1804 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad