English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-14 [01:58 AM]

ZNA- Hewrêr


Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka radigihîne, wî di civînê xwe ya li Hewlêrê de, behsa bihêzkirina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re kiriye.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk David Schenker di derbarê hûrgiliyên serdana xwe bo Hewlêrê de aşkere kir, wî di civînên li Hewlêrê yên bi serkirdatiya Herêma Kurdistanê re, spasiya hevpeymana xwe Kurd kiriye û aşkere kir jî, ti niyaza Amerîka ya alozkirina rewşê nîn e û ew bi arambûna rewşê re ye.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Amerîka, David Schenker dibêje, Amerîka li Iraqê şanaziyê bi hevpeymaniya bi Kurd re dike û wî di civînên xwe yên li Hewlêrê de jî, behsa bihêzkirina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re kiriye.

Herwiha  David Schenker behsa girîngiya pêgeha Kurd li navçeyê kir û amaje bi wê yek kir, pêwendiyên wan ên stratejî bi Kurd re, vedigere sala 1991an.

Herwiha di konferanseke rojnamevanî de di bersiva pirseke rojnamevanekî de, sedema serdana xwe ji Hewlêrê re û neçûna wî bo Bexdayê aşkere kir û got, heta niha rewşa Bexdayê aloz e.

Tekez kir jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê karîneke wê ya baş heye, ji bo parastina dîplomatkar û navendên dîplomasiyê yên Amerîka heye.





1885 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad