English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-14 [01:53 AM]

ZNA- Hewrêr


Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê gotinên Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku cihê mixabiniyê ye ku kesekî weke Nesrullah bêyî berçavgirtina rola dîrokî ya Serok Mesûd Barzanî, hestên gelê Kurdistanê birîndar bike.

Deqa wê daxuyanîyê:

“Birêz Hesen Nesrullah, emîndarê giştî yê Hizbullaha Lubnanî di gotarekê de, dûr ji şêwaz û etekêtên sîyasî, bi awayeka nehejî derheq bi serok Mesûd Baraznî û qurbanîdan û qehremanîya Pêşmerge axivtîye. Cihê daxê ye keseke wek birêz Nesrulla bê li berçavgirtina rola dîrokî ya Serok Barzanî li berengarbûna rijêmên diktator û rola meydanîya wî di têkşikandina DAIŞê de, bi vî awayî hestê gelê Kurdistanê birîndar bike.

Serok Barzanî tevaya temenê xwe di berengarbûna zorê û zordaran de û ji bo azadîya gelê xwe bexşîye. Di şerê berngabûna Daişê jî de, wek fermandeyê hêza Pêşmerge bi awayeka rasterast a meydanî û li gel hêza Pêşmerge di çeperê de roleke qehremanane leyîzye, ku hemû gelê Kurdistanê û piranîya serkirdeyên cîhanê azayî û qehremanîya Pêşmerge û cenabê serokî şahidî dan.

Gelê Kurdistanê tim hevkarîyên dostên xwe dizane û li ber çavane û supasîya hemûyan ewên dike li şerê DAIŞê alîkarê Herêma Kurdistanê kirîne, û birêz û hurmet ve li piştgîriya wan dinere û qet jibîr nake.

Gelê Kurdistanê û Pêşmerge zêdetir ji sedeyekê ye, berengarî mizitirîn û hovanetirîn hêrişên qirkirinê dibe, di şerê DAIŞê de jî, Herêma Kurdistanê parastin û beşdarbûn di parastin û rizgarkirina gelek cihên din yên Iraqê, îro jî, parastina aştî, bifevre jiyanê û berengarbûna terorê, bi erkê xwe yê herî pêşîn dibînin di demkê de ku rewşa deverê wiha dixwaze em hemû kar bo aramkirin û vegeran seqamgîriyê bikin.

 

Nêçîvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

13.1.2020”

 





1720 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad