English | عربی | کوردی  
 
 
2020-01-14 [01:46 AM]

ZNA- Hewlêr


 Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî bersiva Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah da û jê re got: “Tu ku ji tirsa neyarên xwe newêrî serê xwe derxî, çima şer difiroşî netewekê ku ti pêwendiya wê bi te nîne”. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir, “yê ku Hewlêr û Kurdistan ji gef û metirsiya DAIŞê parastin, Hêza Pêşmerge bû, ne xelkekî din”.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil di daxuyaniyekê de bersiva Hesen Nesrullah da, ku di gotinênên xwe êrîşî Herêma Kurdistanê û serok Mesûd Barzanî kiriye.

Cotyar Adil ji Hesen Nesrullah re dibêje: “Li şûna vê êrîşa neheq, heq bû ku berevaniyê li vê netewa bindest bikî, ku çendîn sal e zulm û zor di derheqê wê de tê kirin.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Emîndarê Giştî yê Hizbullahê wek “Mela Hesen Nesrullah” bi nav dike û dibêje: “Ji me re ecêb tê ku tu bi dengekî lerzok û bi awayekî zarokane, êrîş dikî ser Herêma Kurdistanê û rêberê netewkê. Tu ku ew çend sal in te rengê rojê nedîtiye û te di jêrzemînan de xwe veşartiye, bêrêzî û sivikatiyê bi gellekî qehreman dikî. Li cihê vê êrîşa ne di cih de, heq bû ku berevaniyê li vê netewa blindest bikî ku çendîn sal e zulm û zor lê tê kirin.”

Cotyar Adil gotiên Hesen Nesrullah de red dike, ku gotiye Kurdistan deyndarê Qasim Sulêymanî ye û wî Kurdistan ji êrîşa DAIŞê parastî ye û tekez dike: “Hêza Pêşmerge bû ku Hewlêr û Kurdista parat ne xelkekî din. Tevî wê yekê, me spasiya hemû wan kesan kiriye ku alîkariya me kirin, lê belê ew kesê ku qaşo nûnerê we bûye û di dema serdana bo cem serok Barzanî de beşdar bûye, divê her heman kes be ku li gel kesên wek xwe, di rojên 16, 20 û 26ê Oktobera 2017 de armanc û xewana wî dagîrkirina Kurdistanê bû, lê belê li bermaber berxwedan û berevaniya qehremanî ya Pêşmerge, bi awayekê lerzok û serşor serî li keviran xistin û xewanên wan di gorê de hatin çalkirin.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di beşeke din a daxuyaniyê de dibêje: “Tu ku ji tirsa neyarên xwe newêrî serê xwe derxî, çima şer difiroşî netewekê ku ti pêwendiya wê bi te nîne. Serok Barzanî sembola berxwedana netewekê ye û tuyê tirsenok gelek ji wê yekê biçûktirî ku wê zimandirêjiyê bikî.”

Dije Terorê jî bersiv da Hesen Nesrullah

Li aliyekê din Dije Terora Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de beriva Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê da.

Di daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê de hatiye gotin: “Em spasiya hemû wan aliyan dikin ku di şerê li dijî DAIŞê de alîkarî dan Herêma Kurdistanê, lê belê ev yek te li xwe nagire, çimku hertim helwestên te yên li bermaber Kurd û Kurdistanê, ji helwesta terorîstên DAIŞê kêmtir nebûye.”

Êvara îro Yekşemê Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen nesrullah di gotarekê de êrîşî ser Herêma Kurdistanê û serok Mesûd Barzanî kir û bi gotina wî qaşo di dema êrîşa DAIŞê de, serok Barzanî tirsiyaye, ji ber bi gotina wî metirsiya DAIŞê li ber derwazeyên Hewlêrê bûye.

Hesen Nesrullah herwiha gotiye, Kurdistan deyndarê Qasim Sulêymanî ye, çimku hewlên wî metirsiyên li ser xelkê Herêma Kurdistanê dûr xistin.

Rudaw





1732 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad