English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-22 [01:08 AM]

Hewlêr (ZNA) – Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê berî hilbijartinên seroaktiya Amerîkayê kir, Serkirdeyê Şîe û Wezîrê Petrola Iraqê Adil Ebdulmehdî daxwaz ji serkirdatiya Kurd kir, ku di dema niha de referandumê neke.


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 26ê Çile ya 2016ê di civîneke berfireh de ligel partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê daxwaz kir, amadekarî bo encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê bên kirin.

Mesûd Barzanî herwiha da xuyakirin, ku pêwîst e berî hilbijartinên serokatiya Amerîkayê referanduma serxwebûna Kurdistanê bê sazkirin.

Piştî wê yekê û rijdbûna serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê li ser pêkanîna referandumê, serkirdeyê pilebilind ê Encumena Bilind a Îslamiya Iraqê û Wezîrê Petrolê yê Iraqê daxwaz ji serkirdatiya Kurdistanê kir, di dema niha de referandumê encamp need û wê proseyê paş bixe.

Adil Ebdulmehdî  bi amaje bi wê yekê ku di dîrokê de zordarî derheqê Kurdan de hatiye kirin, got: “Kurd hemû hest bi neheqî û zordariya li hember xwe dikin, ku di dîrokê de li wan hatiye kirin û hêzên navdewletî di dema damezrandina Iraqê de sozên ku dabûne Kurdan, pêk nehanîne.”

 

Adil Ebdulmehdî li ser encama referandumê jî dibêje, “bêguman encamdana referandumê bo diyarkirina dahatûya pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê dê bi erêyek mezin a welatiyan bi dawî were û dê wê demê jî arîşeyek din derkeve, ku gelo daxwaza welatiyan bo cudabûn ji Iraqê bê cîbicîkirin an jî bê paşxistin.”

 

Wezîrê Petrolê yê Iraqê herwiha ragihandiye: “Mana Kurdan di dewleta Iraqê de eger bo 10 an jî 20 salên din be jî, di berjewendiya Kurd û Iraqiyan de ye û çavkaniyên dahatên darayî di Iraqeke yekgirtî û destûrî dê zêdetir bin.”





3238 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad