English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-21 [01:42 AM]

Hewlêr (ZNA) - Parêzgarê Mûsilê yê berê ragihand, ew rijd in li ser wê yekê ku nabe Heşda Şeibî beşdarî di şerê Mûsilê de bikin, ji ber ew dê bajêr wêran bikin.


Eslîl Nucêfî ku niha fermandeyê Heşda Niştîmanî ya Mûsilê ye, bersiva daxuyaniyeke Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya derbarê beşdariya Heşda Şeibî di şerê Mûsilê de da û got, nabe Heşda Şeibî bi ti awayî beşdarî di şerê girtina Mûsilê de bike.

 

Eslîl Nucêfî li ser hesaba xwe ya li Facebookê ragihand, ew bi hemû awayî beşdarbûna Heşda Şeibî di şerê Mûsilê de red dikin, heta eger Ebadî û ewên li pişt Ebadî ne, daxwaza wê yekê bikin.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna parlamentoya Iraqê de tekez kir, ku hêzên Heşda Şeibî beşdariyê di şerê azadkirina Mûsilê de dikin.





3781 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad