English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-21 [11:42 AM]

Hewlêr (ZNA) - Balafirên şer ên hevpeyman 20 caran êrişî avahî û navendên DAIŞê yên li nav bajarê Mûsilê kirin.


Şeva borî baregeh û avahiyên DAIŞê yên li nav Mûsilê rastî êrişeke giran a balafirên şer ên hêzên hevpeyman hatin. 

Berpirsekî Artêşa Iraqê ku nexwestiye navê xwe aşkere bike, ji medyayê re ragihandiye, balafirên şer 20 caran êrişî DAIŞê kirin û li 5 armancan dan. 

Berpirsê Iraqî daye zanîn, balafiran 2 kargehên çêkirina bombeyan li taxa Wadî Egab dane ber bombeyan û ji nav birin.

 

Wî rayedarê iraqî tekez kir, ku artêşa Iraqê xelkê Mûsilê agahdar dike ku li nêzîkî baregeh û avahiyên DAIŞê nebin da ku di dema êrişên balafiran de zirar negihîje wan.





3283 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad