Hewlêr (ZNA) – Rêxistina DAIŞê 3 karmendên berê yên komisyona hilbijartinan a Mûsilê gullebaran kir.
Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî ji ZNA re ragihand, DAIŞê heyamek berî niha 3 karmendên berê yên komisyona hilbijartinan a Mûsilê li taxa Zihûr a Mûsilê desteser kiribûn, ku her sê karmend jî jin bûn.
Seîd Memozînî ragihand, navên wan karmendan Ibtisam Fazil, Rexd Ehmed û Nexme Hisên in.
Memozînî herwiha got, DAŞê roja 19ê Sibatê her sê jin li taxa Teimîm a bajarê Mûsilê gullebaran kirin û her sê kes kuştin.
3445 car hatiye dîtin |