English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-20 [11:54 AM]

Hewlêr (ZNA) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî nêzîkî 100 rêvebirên giştî û bi sedan rêvebirên beş ji kar dûr dixe û postên wan hildiweşîne.


Li gor zayariyên ji medyayên Iraqî ve, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di çarçoveya proseya reformên xwe de nêzîkî 100 rêvebirên giştî û bi sedan rêvebirên beş ji kar dûr dixe.

Li gor medyayên Iraqê, ofîsa ragihandina serokatiya wezîran a Iraqê ji zarê Berdevkê Fermî yê Encumena Wezîran Seid Hedîsî ve aşkere kiriye, ku komîteyên taybet ên wezaretan ku jibo jinûve danîna peykerê wezaretan û hikûmetê hatine erkdarkirin, di raportên xwe yên bi sekretariya giştî ya Encumena Wezîran de daxwaza hilweşandina postên 100 rêvebirên giştî kirine.

 

Ewên ku postên wan tên hilweşandin û ji kar tên dûrxistin, rêvebirên giştî û xwediyên pileyên taybet in û hemû wezaretan jî li xwe digre.





3481 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad