English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-17 [11:12 AM]

Hewlêr (ZNA) - Helîkoptereke Artêşa Iraqê ket xwarê û di encamê de 9 serbazên Iraqê mirin.


Jêderên leşkerî yên Iraqê ragihandin, ku doh sêşemî 16ê Sibatê helîkoptereke Artêşa Iraqê ya ji curê MA-17 ketiye xwarê.
 
Berdevkê Fermandeyiya Proseyên Hevbeşên Artêşa Iraqê Yehya Zubêdî derbarê bûerê de ragihand, ev helîkoptera leşkerî ya artêşê li nêzîkî bajarê Kot ê navenda parêzgeha Wasit ketiye xwarê.
 
Zûbêdî got: “Di encama ketina vê helîkopterê de 9 leşkeran jiyana xwe ji dest dan ku 2 ji wan efser in.”
 
Zûbêdî tekez kir, ku termên wan efser û leşkerên ku jiyana xwe ji dest dane, bo nexweşxaneyên Kotê hatin veguhastin.
 
Derbarê sedemên ketina wê helîkoptera Artêşa Iraqê de jî Yehya Zûbêdî da zanîn, ku bûyer ji ber arîşeyên tekînîkî derketiye.





3238 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad